ew kesey ke lût le dost hełdeka

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  665 Dîtin
ew kesey ke lût le dost hełdeka
bêgane çonî baweř pê bika
ewaney bedî ehênne dî
aya le çake bedî çîyan dî?!
kerî dêz menê coy bo nepêwî
topînî ewê be zyanî xêwî
desteyek swarî gemîyek bûbûn
be řêy deryada bo mekke deçûn
yekêkyan şeřî legeł «qeptan» kird
xistyane serban le jûryan derkird
le ehłî «wapoř» bûbû be dujmin
ey gut nuqum bê «qîrîsya» le min
«hîtler» çuwe ser qebrî «naplyon»
witî: nawdarî te’rîx çonî, çon?!
nałeyek le xak hat be ḧezînî
witî: wa toyş dêy bo xot eybînî
le daxî îngilîz min hatme gořê
êsta çon be to dunya egořê?!