mirîşk eçête cêye çîney bê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  607 Dîtin
mirîşk eçête cêye çîney bê
naçête cêye kewa çî nebê
mał lêy nebexşî kemtir ber’egrê
mêw ke neybiřî kemtir ber egrê
aw berî gîra peng exwatewe
řayî bê řêbwar lêy exwatewe
ewey be pare le xoy bayî bê
bayîye her çend milyon bayî bê
zuban çak zor kem qortî dêteber
zubane ke ser exate xeter
kełeşêr ta koł bida begîre
fîtne hewênî no qazan şîre
sofî ḧeram xor wek kełeşêre
bangit bo eda û be pîsîş fêre
hêstir ke daykî le ker ber’egrê
řinekî ekey gazit lê egrê
be hêstiryan gut bawkî to kêye
witî řesenî daykimim pêye
xozge ew kesey be zoł der’eçû
ewîş wek hêstir berî ne’ebû
pyawî saf derûn ke le şîr eçê
be giřê agir le piř hełdeçê
awî xuř herçend ke ettirsênê
her awî mende pyaw exnikênê
aw û pyaw, mend û mon bê bitirse
her çît dî nawî bawkî bipirse
ew jiney ke mêrd lay nengewîst bû
şewê dizî dî, mêrd xoşewîst bû