ew kesey ke seng le xełk egořê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  620 Dîtin
ew kesey ke seng le xełk egořê
sîngî naye goř, sengî egořê
terazûy êret eger ser neka
terazûy ewlat serit der eka
nirximan girane û «ḧuqqeman» sûke
epařêynewe lay «meřnemûke»
mar û dûpşikî dunya be zebirin
bo pyawî zordar hawdemî qebirin
bełam faydey çî? emane boşe
însan zordare, zułmî la xoşe
însan le «nîsyan» dirûst kirawe
bîrî naw bîrî le bîr nemawe
eger wayş nebê hemû be ’îbřet
terkî dunya ken bikewne ’uzlet
hemû debîne firîştey tenya
hîç kes namênê řû bikate dunya
«hîtler» bo dunya, dunyay wêran kird
be şeř milyonê xełkî lenaw bird
nayete ’eqłî ke ewîş emrê
wek «çengîz» nawî be xwênřêj ebrê
wa biłêyn «hîtler» bo xoy har buwe
nazanim xełkî boçî le duwe?
be sen’et aw û hewa řam eken
be weḧşet dunya bê aram eken
emende be coş bo şayî naçin
nemamî ’umrî xełk hełdepaçin
ewaney kewa bo şeř debrên
bê guman xoşyan tyada dekujrên
fermûdey xwaye û kirdewey yezdan
«lewْla defْ’u alleّe» hatote meydan