dizî naw małit çarî nakirê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  1114 Dîtin
dizî naw małit çarî nakirê
kilkî nebřî destit ebřê
eger pêt zanî wa dełêm ezim
eger netzanî û gurdim girt dizim
ew dujminaney le řûda dostin
bo hel degeřên çaweřêy postin
herçî be merdî bikirê zor xoşe
legeł dûřûda hełkirdin boşe
ke tołey xełkit beserewe bê
ebê qełẍanit be berewe bê
cû ke bazařî kewte kesasî
seg dexesênê be dû ’ebasî
ke dirawî xoy kirde hemane
be hemû kesêk ełê «hamane»
herçî tîj řoyî, zor zû ewestê
«kełeme» demî gayê ebestê
dinya ke dewrey tatarî dîwe
tarumar nabê zor harî dîwe
ewî be mesned xoy lê negořê
dujminî hewa exate gořê
ewî be ḧeqî xoy debê řazî
nakewête dest ḧakim û qazî
hendêk wek telî tenbûre wane
ke destit pyana bo to zubane
gwêreke legeł le hewsar berbû
katêk zanî kewte naw pemû
ke gwêrekeyek zyankarî kird
abřûy gagelî awayyekey bird