pare û teyare herdû wek yek wan

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  778 Dîtin
pare û teyare herdû wek yek wan
aşkira û penhan cewendey hewan
be heway berzî pyaw ecûłênin
ewî swaryan bê milî eşkênin
caran gwê ziringey parey ke debîst
le dengî tewrat xoştirî ewîst
êsta ke note û kelley qeřałe
ziringey nayê û çaw pêy xoşḧałe
qeřał her çende xoy zîndûtre
şikłî notekey xoşewîstitre
sed neqşî cwanî newcewan û jin
nabê be řesmî notêkî çiłkin
hendê not caran le birewda bûn
dewłetyan nema be zîfos derçûn
mał bo xwardine, nek bo hełgirtin
beşî kes nedey ebin be dujmin
hendêk ekewne ser řêy bołşewîk
legeł pareda bibin be şerîk
nałên meḧsûlî kesî xoyetî
sał dwazde mange hatuçoyetî
xwa ke binçîney dinyay danawe
beşî her kesî cwê be cwê dawe
gewre û biçûkî eger nebuwaye
em komełîye çon ehate kaye?
hemîşe ’eqił û ’îlim le pêşe
le hemû şarê nezan barkêşe
ewey ke xanûy le berd etaşî
zorî pê neçû cêma le paşî
be qulley berzî xanû menaze
beşer bo mirdin da’îm řêbaze
her pîrê xanûy tazey dirust kird
xoşî tya nedî be daxewe mird