ew awe řeşey ew pêy bayîye

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  564 Dîtin
ew awe řeşey ew pêy bayîye
zelzele, leçaw ewda şayîye
wexte le «wezu»yiş «law» ser derênê
xwa yar bê cergî şeř bisûtênê
bawcud eger binwařîne ḧeq
xwa dinyay binyad na bo şeřeşeq
eger zîndewer netekêtewe
ewey ke dezê cêy nabêtewe
kursî wezaret eger taser bê
ebê hîwadar řêy çî leber bê
kursî meb’ûsîy telî têxrawe
le pêçkey kursî wezîr bestirawe
fis fis pałewan wek ře’î mine
ke ełê: huner, hunerî mine