hemîşe çiştî barîk epçiřê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  766 Dîtin
hemîşe çiştî barîk epçiřê
hewda barîk bê, dyare bernagrê
îlla binyadem ke be estûrî
depçiřê ye’nî leber meẍrurî
ewî ke le xoy bayî bê: baye
her gîngił exwa ewî bay tyaye
řoḧîş bayeke mayey henase
ewî henasey teng bê kesase
xwa řoḧî hênde şîrîn kirduwe
be kesasîş bê xełk boy mirduwe
hî waman dîwe kwêre û bê nane
hêşta be hîway jîn û seyrane
xo tema’karî wa le pyaw eka
çawî têr nabê meger le xaka
newciwan çake bo şeřekutek
gurg pîr bû debê be mesxerey seg
sûxor nabûtî mayey pê debřê
menceł ke bizê, dyare ke emrê
ḧeram awřit lê edatewe
wek řegî gulî heł’edatewe
pişt be piştîwan ke kewtye dîwan
katêkit zanî kewtye jêr dîwan
caran derpêman be benexwên bû
ḧeram netraza û sermayey swên bû
êsta lastîke ke hîç natrazê
sed swêndî pê bixo be nêrke pyazê