nîgara sa be lutfî xot şewê to bêre bałînim
Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
1 Xulek
1126 Dîtin
nîgara sa be lutfî xot şewê to bêre bałînim
le ẍemda wa le cîsmim wexte derçê gyanî şîrînim
be yadî řûmet û xałit hemû şew ta be sibḧeynê
minim meşẍûłî te’dadî girohî mah û perwînim
hemû ’alem le berçawim wekû deycûre ey cana
eger bêt û xwa neyka emin yek leḧze netbînim
zelîl û diłḧezîn û bêkes û mehcûr û damawim
le hîcrî qametî serut hemîşe mat û ẍemgînim
witim: qurbanî to bim eḧmedNasnava edebîy bêçare ferhade
witî: ’aşiq be ře’nayî minîş zyatir le şîrînim