nîgara sa be lutfî xot şewê to bêre bałînim

From the Book:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
By:
Ahmad Mukhtar Jaff (1896-1935)
 1 minutes  805 views
nîgara sa be lutfî xot şewê to bêre bałînim
le ẍemda wa le cîsmim wexte derçê gyanî şîrînim
be yadî řûmet û xałit hemû şew ta be sibḧeynê
minim meşẍûłî te’dadî girohî mah û perwînim
hemû ’alem le berçawim wekû deycûre ey cana
eger bêt û xwa neyka emin yek leḧze netbînim
zelîl û diłḧezîn û bêkes û mehcûr û damawim
le hîcrî qametî serut hemîşe mat û ẍemgînim
witim: qurbanî to bim eḧmedPen namey bêçare ferhade
witî: ’aşiq be ře’nayî minîş zyatir le şîrînim