ke qel qiřandî biłê: ya ẍeffar

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  776 Dîtin
ke qel qiřandî biłê: ya ẍeffar
bayequş xwêndî biłê: ya settar
ke tûşî çawpîs hatî zûbezû
des bike be du’ay «we’îynْ یەکەادû»
îtir metirse wa řemezane
pîşey cinoke le kun xizane
be mubarekî řemezan oxey
cinoke sûjin dira le yexey
bełam koł naden koł û barkêşin
etirsim cejnê sûjin hełkêşin
le dest cinoke «bisim alle» ekem
keçî xełk le xom tewella ekem
le «bisim alle»yişim me’na derdênin
be agirî newroz zû emsûtênin
hendê car pełe, pełey birince
zor carîş baran gewherî gence
bo baran eçne nwêjebarane
ke barîş eçne pena gwêswane
gewre be baran aşî egeřê
be wişkîş cutyar şêfî ebřê
keçî jêrdestîş jinî sed mêrde
kesdarîş ełêy masî bê kêrde
xo êsta masîş tefir û tûnaye
herçî hełdestê dest be bombaye
kes le dunyada asûde nabê
meger xawendî dałde û pena bê
ełên baregay xuda be ḧeqe
bêkes leber şeq eḧwałî şeqe