mijde bê yaran dway şewî berat

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  777 Dîtin
mijde bê yaran dway şewî berat
wa mangî nwêj û řojûman bo hat
ew xwa pêdawe ke musułmane
xoşî xoşyetî ke řemezane
hendêkîş mêz û kaẍez řêk exen
zîkir û terawîḧ be qumar eken
wa min fitwam da řojû negirin
bew şerte destî bêdestan nebiřn
çunke xwa ḧeqî xoy lêdebûrê
bo ḧeqî xełkî eykate jûrê
ey řo! lew jûre ke wek tendûre
ling berewjûrker ling berew jûre
ew lingey cûtey pê weşanduwe
çend kesî bê şêw pê nwanduwe
lêy dête ziman ebê be casûs
eyxate meydan her wek jurnał nûs
ewaney lêre terîq nabnewe
lewê řûřeşin deçne kunewe
çend xoşe însan be řûyêkî pak
dost û bê bak bê be kirdewey çak
egîne herçend serxoşî meye
be perway qînî xełk bê neş’eye
biřwane ke to qerizit leser bê
bewêda nařoy ba řaguzer bê
bedîş qerzêke nabjêrêtewe
tirsî întîqam her nabrêtewe
le xewîşa bê her wek moteke
dujmin le dewrit dest be kuteke
kewabû boçî dił biřencênîn
bo neweyş towî bedî biçênîn