gunay min çîye ke be xwastî xwa

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  703 Dîtin
gunay min çîye ke be xwastî xwa
qalonçe le dest gił xefet exwa
ya fîrnegule le awî payîz
xoy dem best eka leber de’ye û fîz
em asmane ke swax nadrê
perdey řûnakî hetaw nabřê
beřû be agir ke hełdetoqê
destey gwê agir têkřa detoqê
ke řaneçłekin le gwê agirdan
beřweke, debê be ałtûn botan
be gałtem nîye hî waman tyaye
teqey ew beřwey le la bombaye
hemîsan bomba nawî kewte naw
kewte pelepel pyawî kem ziraw
herçend ke ême le penay kêwayn
wek kûpey xumî cûleke şêwayn
zor kes nazanin połunya kwêye
ke şewî lêhat şêtî řadwêye
tirs û meraqî řadyo bem ḧałe
hewłî bo edeyn çunku fîşałe
direwî diro her nabřêtewe
legeł nawnana biřa pêtewe
be fîşał şeře le girde giřwê
em şare leqey ’elî pê dewê
swênd exom ke şeř bawî nemawe
wirçekey mendoł kilkî biřawe
ey ew kesaney hesanî «mekke»n
be ayn û oyîn çişt giran meken
min xemî pałtoy ferdem lêhatuwe
serma û sîxwarî payîz dahatuwe
ax herçend payîz leş etezênê
hîç nebê mar û dûpişk namênê
hêcgar mêşûle legeł gîzey dê
letaw بناگۆێم singim xîzey dê
legeł eweyşa nawî namûse
şêwey ’enqaye û xoy çaplûse