xwa êmey řeng řeng siruşt pêdawe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  717 Dîtin
xwa êmey řeng řeng siruşt pêdawe
řengî hîç kesî be kes nedawe
ebînî dû kes be yek eşubhên
keçî be kirdar le yektirî cwên
yekê arezûy be şîrînîye
ewî tir meylî şîrînî nîye
yekê wek bêzûker tirşî ewê
ne! nawî mebe! aman namewê
yekê sewdayî şî’rî mewzûne
yekê be tîrî şî’ir diłxûne
hî waman heye be kişemre
ełê: pêt witûm kişe to bimre!
sa tuxwa mire û bimre çend dûrin?
herçend kulane û goř her dû jûrin
kone pyawêkman be teqey qezwan
ne dînî le la ema, ne îman
melayekman bû etut: şîpare
ehate wêzet be nêzey «yare»
řeḧmet le sofî yarey zirêpoş
boy řam ekirdîn êstirî çemûş
êsta desteye tořî kem sirewt
be qemçî «yare»ş nayene ser řewt
yare mird le lay namerd nenêjra
bo girdî yare çen şî’ir bêjra
xozge demzanî em siře çîye?
nawî hîç kesê le nawda nîye
keçî to ełêy bamyekem tirşe
em xełke hemûy řûy le to girje
de bawke êre xo «kerkuk» nîye
mela bamê bê bew tûřeyye
ya eger tirş û tirşî xirabe
řûy xot tirş meke, şîrîn be, ça be
egîne ke to mon û tirşiřûy
demî kes kîse nîye bîdrûy
hî waman heye ke le xwa edwê
řizgarî le twanc bo kê elwê?
boç pêẍemberyan le şar dernekird?
îman nahênrê be kes, destubird