nok û êstir û beřû sê zołn

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  680 Dîtin
nok û êstir û beřû sê zołn
pence û naşî û bar her sêkyan kołn
zołekî beřû hergîz nabirjê
pirîşkî êstir le ker epirjê
dû keł be dûkeł wa qang dirawin
wek linge berdaş hełpesêrawin
bîrazker ledest bîraz bêzare
berdaş le xoya hêcgar bê’are
dû miłozmî tyaye em şare
yekê qumare, duwem xemare
qumarekeyan serî biřawe
ximarîş nuqtey bo danenrawe
be çawlêkerî çawman nemawe
maye pûçîman be ber biřawe
le dezûy gîpe lerz û ta ebřîn
be awî destinwêj çaweřêy guřîn
kiftey cûleke bo sêbeřo dar
bo xoşewîstî, kuze kemtyar
be şew şemaley kołanan egrîn
leber azayî cerdekan emrîn
hêşta xeřek û gułejen bawe
fabrîqeyekî kes danenawe
bo tutnî tał mayey ser û mał
fabrîqey şekir kes nayka be mał
ferqî şîrînî û tałî nakirê
nîwey deramet be şekir edrê
ew parey eydeyn be şekirî bîlad
fabrîqeyekî pê dête binyad
be «sangeydim» mizgewtê kira
ême bo şekir hêlkiman biřa