ke le beheşta adem boy derçû

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  704 Dîtin
ke le beheşta adem boy derçû
be seyran nebû, be derkirdin bû
em xakdane nawî menfaye
nabê pêy biłên cêgay sefaye
boye pêẍember şahî enbya
fermûye řaḧet nabê le dinya
ême tê nageyn lem karubare
dest berd ehawê, berd gunahkare
hendê siruştî binçîney bede
ewe çak nabê destî lê mede
hendê be bedî bawkî exuřê
pêkořey mişke û cewał edřê
xwa bo zyanê kulle enêrê
be ’eynemelîş pasî espêrê
her zed û xurde karî dinyayî
boye lay ’aqił xoşe tenhayî
zorkes be qise, çakey la çake
keçî ke bedî pêş hat bêbake
êstirî çemûş çakey pê nawê
leser alîkîş cûte dehawê
be êstiryan gut bawkî to kêye?
witî daykî min şecerey pêye
êsta debînî harêk û hacê
yek kewtûn mûyan be beyna naçê
le diłda xwênî yektir emjin
ke firsetyan dî yektir ekujin
dû pyawçak çawyan be yek nakewê
be bîstinî dûr yekyan xoş ewê
ew kesey legeł xełk diłî pake
xoş řadebwêrê, le tirs bêbake
keçî bedkarê ya payeberzê
diłî wek gunî helac elerzê