pyawê ke pyaw bê ebê têfkirê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  827 Dîtin
pyawê ke pyaw bê ebê têfkirê
ew řexneyey xełk lewî degrê
eger wek ełên ew ’eybe řast bê
çarey ew ’eybey le xwa xwast bê
xoy hewł bida bo exlaqî xoy
ta řêy twancî kes nemênê boy
bewe zubanî xełkî debestê
nek bewîş nełên ew qînî hestê
hendêkî wa hen be kişe mirê
le mir, mirdinî xoy, lêdegrê
eger xo biłên be zerdewałe
sîre goştî min be demit tałe
ełên ew tałe tałyekî tire
le geł emane were derbere
min ełêm pendim ser der hewaye
hemû şê’rêkim bebê me’naye
ełên: her çende zor bê me’naye
keçî bo ême her me’nay tyaye
hey hawar eger çiştê şik neba
boç «dar hełbiře» bo ser xoy eba
to pak derûn be û gwê medere kes
gwê le watey çak bigre û îtir bes
ełên: ke goze her çyekî tyabê
ebê teřayî way lê peyda bê
lelay min řaste ’îlmî qyafet
pyawî nezan û saḧêb dirayet
şafî’î başî lêk kirdûnewe
çak têyan egeyn be wirdibûnewe
eger peyřewî ew ’îlme bikeyn
le mahîyetî hemû kes egeyn
bełam hî wayan heye be tefre
lay gewre ebê be pyawî gewre
keçî ebînî zorî pê naçê
serî la deçê be nûke paçê
daxim ew daxe ême bem ḧałe
emane dełên, lay hendê tałe