’eqił be gewre û biçûkî nîye
Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
2 Xulek
1332 Dîtin
’eqił be gewre û biçûkî nîye
karî dîwanî berbûkî nîye
leser małî xot ḧez key ebexşî
ke małî dîwan bexşî, elexşî
be destî quçaw karit pêk naye
wextî wa heye «bizma» be gaye
kerwêşk ke enwê zeq zeq ebînê
ke «dyardît» lêkird çaw eqûçênê
lay waye ke xoy çawî qûçabê
îtir řawkerîş çawî lew nabê
katê be «ḧel ḧel» tancî kewte ser
kerwêşke xewî bo ebê be şeř
ay ademîzad bo parûyê goşt
lem gyandarane boç ekenî post?!
ew kesey çawî le bertîl têre
gwêrekeyeke be pemo fêre
le mûsił jinê hellacî ekird
çîniçkan çekey bo kewan ebird
tê fikirîm hellac hîç gunî nebû
zerbulmeselman be diro derçû
her lew şareda pyaw teşî deřist
wemzanî ’eybe lêwî xom lê gest
keçî teşî řês lêre hênd zore
le «řike» kujîş nagate nore
kewtûyne dewrê ’eyb nuqtey heye
çaw wirdeweke bizane keye
«ḧ»y teḧessesman nuqtey le jêre
ewî pêy fêre hemîşe têre
emane ’eqłî pêşînyane
nan ew naneye îmřo le xwane
madam ke pare ełên ’eyb poşe
herçî bo bikirê dyare ke xoşe