be kesêkyan gut pyawêkî çake

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  767 Dîtin
be kesêkyan gut pyawêkî çake
boye pêy ełên ke şîrî pake
em şîr pakîye be dû me’naye
herçend ke nuktey wa bê me’naye
yekêkyan şîrî ber dayketîye
ewî tir şîrî ḧikûmetîye
şîrî ḧikumit des her kes dira
wek yek debřê dujmin û bira!
ḧeqî ’imûmî nadrê be kes
îş nadrête dest mensûbî nakes
destûrî řêgey qedbiř, dû ḧerfe
ḧukmêkî wa be ḧîkmetî serfe
îş bo pyaw nabê, pyaw bo îş ebê
eger wa nekey şeřit tûş ebê
be hełm bełim be şeş pay dû sim
înca mîzanî kar ebê qaym
ew terazuwey kewa ser eka
kê be kêşaney ew baweř eka?
berdêkyan hêna ke berde pişke
dîwêkî teře, dîwêkî wişke
min wişkim wîst û yekêkî tir teř
hełman da teř hat ew pêy kewte geř
bawcud êste kem kes teř ebê
ewî teř ebê gwêçkey keř ebê
dinya wek xete mîzênê waye
be şeqî yekê dênewe kaye
aşe tendûrêş be şeq edořê
yekê şeq exwa û hemû degořê
êsta emane bawyan nemawe
humay meb’ûsî wa be hewawe
bizanîn sêber exate ser kê
şewdêzî tał’ bo kê dête řê