pendî pêşînyan nałey mensûre

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  767 Dîtin
pendî pêşînyan nałey mensûre
lay hendê kesan kifrî meşhûre
le lay ehlî dił duřî mensûre
em xeta sûre le xoman dûre
ełêm: hewrî sûr baranî dûre
tep le tendûre le şarezûre
keçî xełk ełên!! xêr ew tendûre
bo xeple nîye êmey menzûre
hendê şew eger biłêm seg lûre
kê bew seg lûre, leng berew jûre
dîsan pêm ełên çend be fitûre
nałîn sed sałe eme meşhûre
kabrayek hatuwe le ze’îm edwê
witman bilwêre! kê eygirête gwê
ze’îm ewete şêwey şem’î bê
xoy bisûtênê, nef’î cem’î bê
gewre ewete xoy be xak bigrê
wek xak mirdûy xoy le baweş bigrê
gewre wa debê ke be řencî şan
kwê bikatewe û bîda be mîwan
ba hîç mîwanîş memnûnî nebê
bîda û derbestî memnûnî nebê
zorman dî wîstî dostî xoy bixa
katêkman zanî wek dîwar řûxa
hendê lexoyda dest be têłaye
hîç nałê řojan řojî le dwaye
bawe, wa kirdiman bûyşî be e’yan
baş nebî xełkit lê dête ziman
bewe çak ebî çakî binwênî
nek be xemewe xełkî binwênî
xozge e’yanî bê me’aş ebû
ewsa em xełke bê telaş ebû