’eksî yektirîn «sefer» û «nîsan»

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  806 Dîtin
’eksî yektirîn «sefer» û «nîsan»
le paş sî û şeş sał wabûn be hawşan
behar û «řebî’» ewanîş herwa
wek ême û ewan pêkewe deřwa
nîsan seretay diro û axrî řast
zor çişt yek exa wek kingir û mast
le beḧra daney lu’lu’î mensûr
le kêwa qetrey gewherî şapûr
le şara kewte ser çehrey ’ebûs
ebê be «meb’ûs» be pêy çarenûs
zaten meb’ûsî be çarenûse
pêy nawê biłêyn zimanî lûse
zimanî lûsî û zemanî lûsî
gelê ḧeyatî te’rîxî nûsî
êsta zemanî bê zimanîye
dûzmanî řûy le zyanîye!
ew kesey ke bê hełmete kase!
helî daye dest hełmete kase
êsta hemû kes mam birîndare
her çyekit ewê le lay ’ettare
sêzdey zyadeyan be pirsewe nard
be tałîyewe çûn şîrînyan xward
telîsmî camî çil kilîleye
zimanî dana be kilîleye
hendê ke berdyan naye ser meło
le bê bałekan ebin be heło
hendê wek řêwî kunêkî des kewt
hejg ebestê eyka be eşkewt
nanî mi’awye û nwêjî pişt ’elî
ke şeřîş qewma biçore ser kelî
hendê de’bakey kemtyarî pêye
le hemû dîzey çêşta eskiwêye