dû řeşmar heye serî pyaw exwa

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  800 Dîtin
dû řeşmar heye serî pyaw exwa
yekêkyan hewes, yekêkyan hewa
ke ser derbênin le her dû lawe
serkutyan nekey karit tewawe
dû marey zuḧak hewa û hewes bû
diroye dełên řoḧ û nefis bû
be hewes diłî xełkî eşkênî
be hewa sewday berzî enwênî
ke diłit şikand dił şikest ebî
ke berzîş fiřît dwayî pest ebî
kewate, watey hîçyan mehêłe
xot meke be gay naw em dû hêłe
xanûy dû nihom ke dîwte berze
[dekewye xwarê ke dête lerze]
xanûy yek nihom le zemîndaye
lewê bîşkewî hîçit lê naye
mewqî’î berzîş ’eynî maddeye
ke kewtye xwarê merg amadeye
ewey ke karî be syasete
dwayî karî be syasete
«ayetelkursî» wêrdî kursîye
«qul هûûەاللّe» du’ay sikî birsîye
ayey meb’ûsîş le qur’anaye
«yewme ’ezîm»y boye le dwaye
derdêkî taze bo me’mûr dahat
kitupře wek mergî mufacat
darî agirî hencîre bo qoř
qebrełken axrî dekewête goř
legeł eweyşda nefis zordare
lûtî le goşey qena’et xware
teskînî nada şeytanîy xewê
bo şewêkîş bê zawayî ewê