nawêrin biłêyn pendî pêşînan
Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
2 Xulek
1609 Dîtin
nawêrin biłêyn pendî pêşînan
le tirsa ełêyn: çîrokey jinan
xatûzemherîr şînî çiley kird
ewîş le paş ew zû teşrîfî bird
înca kewtîne burcî pîrejin
mekirî pîrêjin řêwî kirde kun
befir û hełekok be bay nihênî
le lay çerxî pîr kewtine xwazbênî
keçî befreke zû tuwayewe
şayî ew cûteş herwa mayewe
herçend le tasey dûrî newroza
be giřî bê giř dil hełpiřûza
bełam qeyd naka xo her barane
nîsan seyranî girdî yarane
«pwasan dawrîl» ewa hatewe
xumî cûlekeyş şêwawetewe
herdûkyan êsta birewyan keme
wek newrozêke kewtibête şeme
pêş nîsan hênde diro kirawe
hemane tiřî way tya nemawe
sê şeş dû laqî qursî şikawe
şeşekey tirî bo xoşî mawe
kingirî deşt û şax pêgeyîwe
dinya bo ême mastî meyîwe
do hat birewî mastaw nemawe
teşî ristinîş wek řîsî xawe
«bisim alle» man kird be diłêkî saf
cinoke hemû řûyan kirde qaf
hêşta nemirdûm neyan nawme goř
pêm ełên: mirdûy beşî zînde xor
tênegîştim be kêyan zanîm
řenge wa bizanin ke kułenanîm