hendê kes xoyan kirduwe be japon

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  896 Dîtin
hendê kes xoyan kirduwe be japon
dest eweşênin pêt ełên pardon
toyş ke lewane firsetit zanî
pyakêşe û biłê minîş nemzanî
kîseł dûpşikî epeřandewe
çizûy le piştî hełçeqandewe
pirsî: çî dekey? hey bed kirdewe
witî: çizûy xom taqî kirdewe
diroyşî ekird xûy esłî wabû
egîne qînî çî le diła bû?
be dûpşikyan gut: zistan natbînîn
witî: zor qedirim degirin be hawîn
boçî be dûpişk biłên bê’are?
hî waman heye zistanîş dyare
hełebce řawî berazî bawe
«yekane»y em la hêşta her mawe
mişk û beraz û kulleman zore
hênd bê’însafîn naykeyn be nore
zerdewałeyek eger bikujî
xurmay şîrînî beheşt emjî
zerdewałeman awrûjandibû
xwa parastînî şaryan lê têk çû
fîşekî «hewa» zû ekujêtewe
fîşke şête lêt nabêtewe
caran bombayan ebird bo masî
xway masî, bomba kewte kesasî
qeşe û malûm û geç û keç nasî
kewtûne kûrey melay heyasî!
zemanêkîş bû ke etgut bomba
bend nedebûy ta bendergey bemba
êsta ew hewre nema, hesawe
le’net lew kesey le xełkî dawe