ewî pel û po ekutê le awa

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  690 Dîtin
ewî pel û po ekutê le awa
mele nezanê dyare xinkawe
nageyte qonaẍ be kingexşikê
be lîsî kwêrî nîşan çun eşkê
gurîs kêşekê bo nawxo nabê
tecrebey zorit bo xełkî labê
ewaney fêrî dewen be aşin
baraş hařdiřaw ewan le paşin
bo serupêy mał cwê bikeytewe
le sifrey mêrdan cêt nabêtewe
bo tołey qewmit ke kem řegez bê
ebê be turkî «wirdim dwîmaz» bê
duktor le birîn, tîrîş derbênê
êşî birînit hêşta emênê
ke to be çepok hîç kwêt neyêşê
lapureyş hełsê pyata dekêşê
ke bo hawxiwênit, xwênit necoşê
peçey bednamî řût dadepoşê
ba le naw xoyşa naḧezî yek bin
le řastî duşmin dest be kutek bin
nakes be pyawî bê des xeřoye
emřo le mine û sibey le toye
ser û dest û pê hemûy yek leşe
le naw ’eşreta ełên: řeş řeşe
bem zîq û zaqe û bem daw «limbaze»
tele zîtkeman haka tiraza
ke le çał û kosp wird nebînewe
emcar ke kewtîn hełnasînewe
ewaney me’nay pendî pêşînan
be pêçewane dexene meydan
ta le xoyanda çiştê şik neben
day netekênin wek gułołe ben