xeyałêkî wa, hatwe be serma

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  809 Dîtin
xeyałêkî wa, hatwe be serma
le ’alem pirsim bo germa û serma
bizanim axo lem dwane kamyan
çakey zortire bo new’î însan
eyzanim fîkirî dû kes yek nagrê
wa çake babî fetwa daxrê
ewî qełewe diłî piřcoşe
dyare ke dełê, her serma xoşe
ewî ke leře û bêhêz û tîne
ełê sed şikur ke wa hawîne
pałtoy ferdeyî û qonderey postał
le kołman kewtin bûbûyne ḧemmał
etwanîn le deşt bê lêfe û serîn
be ser azadî şew beser berîn
bełam dûpişk û mar peyda buwe
qeynaka pîşey sałanî zuwe
hawîn hîç nebê bamye û bayncan
legeł temate zore bu lênan
hendêkman heye ke bayncanîn
hendêkî tirîş ẍerîb sincanîn
hemedan cêgey ẍerîb sincan bû
zor kesî êmey pê małwêran bû
derdî hemedan kewte dergezên
munewweran bûn be mela bezên
kes leser ḧałî pêşû nemawe
swêndî diroman be şeref bawe
řeḧmet lew kesey ke cinêw eda
ełê: hey eşraf laço to xuda
lafaw sîrwanî lêł kird be yekcar
masî zil kwêr bûn kewtine kenar
derdegayş zore û kulle le nawe
terzeyş kutaynî hîçman nemawe
xwa bika afetî eşrafman nebê
zimustan şebê, zê pîran tebê
qey naka me’aş le cêy xoyetî
gul be dû behar řeng û boyetî
be î’tyadî û be fewqul’ade
dû beharîn «dey» saqî sa bade