ewetî dinya ełên dinyaye

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  814 Dîtin
ewetî dinya ełên dinyaye
î’tîqadatî ẍerîbî tyaye
gahê gwêrekey benî îsra’îl
bo qewmî musa ebête delîl
gahê kerekey ’uzêr le pêşe
ga lat û ’uzza ayîn û kêşe
ga ateşkedey zerdeşt egřê
gahê jopîter be bał efřê
emane hemû efsaney kone
lem xerafate napirsin çone
tenha ayînî şûmî gurgî boz
xerîke kilkî ekewête toz
nazanin êre bêşey şêrane
gurg boz bê, reş bê bo têhełdane
efsaney şeřî řostem û ’enter
dewen be aşe wa kewtewe geř
le hemû xakî ’êraqa bawe
ke ełên řostem ’enterî gawe
ew hetîwbazye lewewe dahat
boye le êran buwe be binyat