lewe bitirse le xwa natirsê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  1683 Dîtin
lewe bitirse le xwa natirsê
le ḧeqî dost û wîcdan napirsê
wa řê ekewê bed pesend ebê
bełam dwayî kar tûşî bend ebê
kesê be bedkar nawî nezřê
agirî diz tenha sałê egřê
bedkar dû new’e yekê nezane
meřwane ewe, ’eqił mîwane
new’êkî tiryan siruştî bede
eweyan sizay be darî ḧede
pyawxirap nebê çak dernakewê
ta tarîk nebê kê çiray ewê
bexşîn huner û wergirtin nenge
çawbirsêtîye sermayey cenge
ewî lay xoşe to nanê bixoy
diłî meşkêne û bîxo eger xoy
eger dezanî be xwastin zwîre
daway lê meke eger wezîre
eger nan bidey le mał natirsî
le hemû małê dexoy napirsî
bermałî dermał her dû wek yekin
ke ’alim nebin kełuř û lekin
le tenganeda xuda enasî
kewtye fereḧî dîsan biłbasî
mar ke zorî xward de’ałête dar
bewe ezmebê û debê řistigar
sofîş ke małî ḧeram zor exwa
be nwêj û tezbêḧ gunahî eřwa