însan le nîsyan dirust kirawe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  864 Dîtin
însan le nîsyan dirust kirawe
perdey ẍefłetî pêda kêşrawe
boye ke hate ser kursî mesned
wa dezanê qed, nacûłê ebed
ke yekê debeyn bo girdî seywan
lewê dest ekeyn be şîn û giryan
ke gořxaneman le pêş çaw gum bû
be henaseyek mergiman le bîr çû
başe ba biłêyn le merg natirsîn
le dił azarî boçî nepirsîn
ewaney emřo be dûmanewen
legeł lê kewtîn ẍeybet gêřewen
pyaw ew pyaweye be çake pyaw bê
nek be wezîfe nawî be naw bê
hî waman heye geyye asman
ke hate xwarê kewte ber ziman
êsta ewaney ke dełên ezim
be çêwî dîwan wa hełdebezim
ke bergî karyan nema le berda
kes û kar pêyan enên beserda