ke legeł bedda danîşî û hestî
Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
1119 Dîtin
ke legeł bedda danîşî û hestî
pişt be xirapey çakan ebestî
to dełêy çî bikem qiseyan xoşe
netîcey qisey gałtewgep boşe
pyawê zererî le xełkî dabê
diłî nasrewê hetaku mabê
napyawîş hebê le batî çake
kirdewey bede û hêşta bêbake
xûy bed wek mîqrob ḧîsey îrsîye
dewran bedxiwaye û pyawçak birsîye
bełam agirî diz satê egřê
ke dewreyan da hêłêkî debřê
eme kay kone ke be bay dekeyn
tesellay hendê xełkî pê edeyn
egîna êsta dewran dewrane
bo çiłuçoker řojî meydane
yekê be diro û yekê çaweřaw
yekê be aẍam, paşam hate naw
madam dinyaye û emaney tyaye
pyawî dinyayî le birewdaye
ewî nasrabê be ’îlim û exlaq
ebê biçête cezîrey waq waq
řon û birinc û goştiman girane
tenha hełbestî «jurnał» herzane