germ tir le tîn, kenar û bose
Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
916 Dîtin
germ tir le tîn, kenar û bose
sarditir le terze diłî me’yûse
zor dił medere mesnedî dinya
ta ser nedrawe be to be tenya
nexwazełła wa be mensûbî bê
şertî îstîḧqaq nameḧsûbî bê
legeł qabîne pêwîst bû gořra
her wek «řîdînkot» mensûb dakenra
ewsa henasey sard wek řeşeba
namey omêdit be bada eba
xwa daytê ehlî ’îlimit pê biłên
be çiray «gerçek» ledût egeřên
eger kem xorî dayîm xor ebî
«întela» nakey xawen zor ebî
xo eger çawit le dimbey çewr bê
řojê dê sizat be kilke tewr bê
behar hat dîsan dîcle hełdesê
qesrî nizîk aw xełk lêy etirsê
ba wicud dîcle zincîr kirawe
ew hêz û guřey berûy nemawe
bełam to nabê le aw emîn bî
tofan le yade, debê têbîn bî
bemane ełên: watey bêhûde
ẍeyrez xwastî xwa hemû bêsûde
xwa bê qezay ka xiwayş kirdey waye
ewey ew deyka be ’eqła naye
telîsmî camî çil kilîl derkewt
ker êsqan û seg kay koney berkewt