xwa řeway bînî wa kilk hełgîra

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  685 Dîtin
xwa řeway bînî wa kilk hełgîra
dapîrman xinkand le bîrî şîra
madam lekey kilk nema le nawa
’edałetêkî şer’îman mawe
şer’ hemû karman bo debřêtewe
«ke manî’ hełsa memnu’ dêtewe»
êsta herkesê biçêtewe cêy xoy
licney înizbat ḧukim bida boy
melay mezbûre ke çubwe naw goř
gořewşarî da mîslî êsrî toř
pirsyan çone ewe û dinyaye
witî: ax ewêş qetarçî tyaye
bexwa eger to ’al û sal ebî
le her dû dinya bê su’al ebî
bełam dinbey çewr bê beła nîye
şwên çete kewtin bo tałanîye
temate masî bigrî û teř nebî
qumarbazîş bî û axir şeř nebî
şitirmirẍ ełên were hełfiře
ełê: nabînî milim wiştire!
ełên bar bere ełê: bałdarim
tenha bo xwardin aza û bekarim