kewtûyne dewrê herçî boy bilwê
Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
1104 Dîtin
kewtûyne dewrê herçî boy bilwê
destî çewrî xoy be xełka eswê
witî: fiłanî wabûm be kebab!
xuşkityan dîwe çote cêy xirap
witî: birader eme buxtane
witî: mindałî ême dîwyane
mela we’zî da ke řwew kabe
mîz kirdin kifre hêcgar xirabe
keçî xoy řwew qîble be pêwe
mîzî kird çawyan lêbû le dêwe!
wityan we’zî xot le bîr nemawe
witî: min serîm bo wergêřawe
’aşûraẍa bû legeł asê xan
ke leser texte hełyan epeřan
êsta ewane bûn be řoḧ leber
bew hełpeřkêye kar ebene ser
řoḧêkî giran le kesda nîye
řoḧ sûkyan ewê řoḧ qurs bo çîye?
wa xefetyan dî îtir hêcgarîy
zemîn naymênê sułtey bêdarîy
eger nemirdîn heta behar dê
bo destey ême kurtan leşar dê
bew kurtanewe eçne beẍda
herwa dênewe hewsar berełda