payîz řû zerdî xezanî hêna

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  825 Dîtin
payîz řû zerdî xezanî hêna
ře’dîş qamçî xoy le hewr dahêna
demêke bergî hetîw diřawe
jûr le bêdestan lay çerxîş bawe
asman sałî çwar car egořê
bextî kurd hemû řojê detorê
xwa kêw ebînê befrî têdeka
bendeyş mastawî sardî lê deka
suriştî ezel wek «baz» û «kew»e
le cêyek řoje û le cêyek şewe
dwênê xetîb mird emřo şayye
boye dełên ’ebid le xwî bayye
eger qabîne carcar negořê
sewday wezîrî deçête gořê
serî bê sewda topî fitbołe
małî bê aheng kelawey çołe
«bizin bir rindan hirçe bada bad!»
be bade ẍemî dił bide be bad
syasetî řast meřo meřoye
tirsinok beşî her bawkeřoye
şêr çon le dengî dehoł etirsê?
ke jinî xoy bê kes lêy epirsê?
kerî xomanyan kird be řimûzin
bû be qałey dem gałey dirozin
şerîf pełas bo tewqat lêyan
wexte dest bikeyn be toqat lêdan