be hêstiryan gut bawkî to kêye
Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
1190 Dîtin
be hêstiryan gut bawkî to kêye
witî řesenî daykimim pêye
çûnke dûřege û towî ḧerame
hêşta caşkî xoy nedî, nakame
tancî le řawda huner denwênê
netewey sege û gurg exnikênê
’abîd mişkî kird be kiçî serpişk
axrî newesta bwewe be mişk
ełên: gya le ser bincî xoy eřwê
bełam bêstanîş bijarî ewê
bêstanekeman piř le bijare
boye małyat mafetedare
berazî nawşar şerḧê nebû boy
herçî debînê eybate serxoy
kiřkiřey řadyo bwarî naye
beş beḧałî xom bilwêr bo gaye
řeḧmet lew kesey espê ekujê
lebaxełtaye û خۆێنت emjê
derbarey nakes pyawetî meke
bîbeyte ke’be dîsan «lek», leke
hendêkîş dełên ke ême nebîn
ehlî memleket ekewne şîn
nazanin xoyan şeynîyş û şînin
tenha qazancî xoyan ebînin
eger xwa deka xwêndin dête kar
ewsa tecrebe degate bwar