eger dêkanî xawen bext nebê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  690 Dîtin
eger dêkanî xawen bext nebê
şaxî ezmiřî wa bo text ebê
ke ’edałet bû «qewîyan» ze’îfe
zor kem bû bawî cînsî letîfe
hêşta tênageyn le çakî jinan!
ze’îm xoy xiste kirasî ewan
be hawar witim ax, hewr! aman
meykere tavgey zełmî hewraman
textî hewraman bextî hełpêka
koy ateşgayan bû be ateşga
gerdeşî dewran em dîwe û dîwe
em xake zor car em ḧałey dîwe
min emkut «zełim» masî lê biřa
keçî hênd zor bû gunyekey diřa
otombêl çû, bo qeładze
deçme sindołan bo řawe bize
mensûrî hellac be çeke û kewan
otombêlî birde ser kêwan
pêşînan dełên xwa, her ew xwaye
êstake bizin wa swarî gaye!
berazkuj dûsed fils wer’egrê
bo berazî şar boç nirx nabřê
loqenteçîman xiře lamboze
bê «bisim alle»ye, çêştî piř toze