pełe, wek peł day le ser û gwêlak

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  747 Dîtin
pełe, wek peł day le ser û gwêlak
dar û xełûzman lêbû be tiryak
baran řeḧmete û xełk lêy řadeka
xo řojewanîş berd be ba deka
mezlum cwên eda û gunay barame
řemezan be ceng, sefer bedname!
be newtî qîrtaw sewz ebê şawrîy
xetay barane ke zor debarîy
xełk le małî xoy řojû nagrê
sofî gunahî ḧikumet egrê
bênewayye şeřî gwê kwanû
badar nanî xoy kirde byanû
çete, ke kiz bû nwêjkere û çake
gurg kełbey neşkê çaweřêy lake
řemzan sê tewnî lê girtûyne dar
ḧewt tiringîlî û xumar û qumar
ełên fiłan beg xoy beřojuwe
dway xoy biřwanê ke kêy le duwe
be tenha gułê beharman naye
her mêzê bigrî kulêrey tyaye