ke xwa siruştî êmey xiste řû

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  816 Dîtin
ke xwa siruştî êmey xiste řû
«wexeleqekumْ ئەەتْûەارا»y fermû
hendêkman heye ke goşt nexore
goştî bo ebê be zigeşore
hendêkîş bonî pyazî kird hełdê
hendê be kişmîş diłî têk hełdê
hendê lelayan ke qezwan exon
hênd tûře ebin ełêy xwên exon
hendê be cîřey dan bêhoş ebin
hendê be bonî xoş nexoş ebin
hendê ke hengiwîn exon qebiz ebin
hendê be qoxêk tûşî lerz ebin
hendê liẍawî şeytan kirawe
hîçî le małî xoy pênebřawe
hendêkîş eyxiwa û eybeşêtewe
dû çendanîşî zû bo dêtewe
çaw nabřête mesned û pare
bo îşî feqîr wek xizmetkare
hendê wek dûpişk çizwî piřjare
teb’en mêmłî kewte û hejare
ebînê bedkar ke çî be ser dê
’îbret nagrê û nayête ser řê
cûleke şemûy hatbû beserda
misłiman agirî le řîşî berda
gawir cigerey pê dadegîrsand
şî’eş be kîrde kule deytirsand
řesim û ayînî zemane waye
le řojî řeşda kê bewefaye?
îkiramî feqîr be nan û doye
le hemû şwênê kewa bixoye