fîr’ewn kewte nîl witî le tirsa

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  873 Dîtin
fîr’ewn kewte nîl witî le tirsa
îmanim hêna be řebbî musa
«ebûtalîb»yiş be te’ney jinan
be pêẍemberî nehêna îman
ewyan bo jyan, em ’îzzetî nefis
bê ’îzzetî nefis kes nabê be kes
wek kabray kurde şîryan naye ser
«nûḧî» gut bełam neygut pêẍember
lay hendê maddey namûs betałe
le mûdarada wek peştemałe
le qomîdyada afturî mahîr
hîç fałsoyêkî lê nabê zahîr
hendêkîş fû bay zû derdekewê
mayepûçîyan her ber dekewê
nîskî moryas û herzinî řengał
bê ber û piştin bo kes nabne mał
ewane řastyan çon dête ser lêw
dem be pêkenîn, diłyan piř cinêw
legeł yek zahîr dostî denwênin
xerêkin milî yektir bişkênin
haka le řûy kar perde hełgîra
tenafbaz qołî le qełbe gîra
wezîfey gewre zor pyaw gêj eka
pîrî şa’îrîş firebêj deka