hawîne hewre û girmey řeşe ba

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  770 Dîtin
hawîne hewre û girmey řeşe ba
axo merezey kê şera eyba
towî ser û dane sewz û parawe
bê awî king aw bo bêkes mawe
herçî be erxe te’în kirawe
le tirsa diłî wek «bî» naw awe
mujdeyan benê hîçyan bo nabê
bijaryan debê wek pûş le «ka» bê
karbedest eger bêkare derka
ebê legeł xełk xoy tûşî şeř ka
eger her wayş bê û ummî katib bê
îşî dewa’îr ebê řasîb bê
řast bo defterdar emey řû dawe
way le qûnêye û way le doşawe
le naw «sine»da em pende bawe
yêjin milîçk wa be hewawe
efřê û exnê û yêjê be hû hû
ewey ke kirya wek befrî par çû
jinî fire mêrd ber nabate ber
birîsî ya per ubîrî bozer
ta êş bo xizman bidozînewe
ebê le hewar bigwêzînewe
xo eger bo îş û pyaw bigeřên
bo kar řewayî înca le ser řên