’adetî dunya be sat egořê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  919 Dîtin
’adetî dunya be sat egořê
zor dewłet heye lepiř edořê
hawinşînî bed zû te’sîr eka
zor dostî gyanî lê diłgîr eka
çen qezay dîze kewtuwe le goze
řeş her řeşe lay ehlî em koze
ke qeleřeşman řêpîşander bê
ebê gewreman her derbeder bê
eme dûcare ekewîne çał
zerer debînîn be mał û be ḧał
hêşta pyawî çak lêk nakeynewe
girew le pyawî bed nabeynewe
ta îmřo pyawî xoman nanasîn
be gurîsî bed ebê bitasîn
hendêkman heye duř deqełêşin
keçî be tefrey bed dił be êşin
hey le řêy xwada ke dêyne qise
eresto laman hîçe û nakese
keçî be «bilof» eman tirsênin
leẍawman deken, demanřetênin
nazanîn çak û xirapman kêye
bo girdî seywan eçê em řêye