dîsan xumxaney yehûdî şêwa

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  738 Dîtin
dîsan xumxaney yehûdî şêwa
diroy bałdarî lêkewte hewa
dewen be aşe û dûberekîye
pîr, lêy terîke tya derekîye
yekê be gurzî lendehûr exuřê
nan û doy tîrey şêrzadî debřê
ewîtir dełê: lendehûr kêye
şêrzadî namey fetḧyan pêye
şeřî ’enter û řostemî destan
le naw êmeda bû be dastan
yekêkîş dełê lay xuda û bende
sûretî «yasîn» gelê pesende
xo eger «yasîn» «te»y le dwa bê
ke xwêndit ebê karit řewa bê
kabray xoman ser melamane
bew ḧel ekirê em řazî nîhane
ełê: be hîwa kes lêt napirsê
dengî top nebê hîç kes natirsê
ḧacî «emîn»yiş maço bwaçe
nwêjî ce’ferî û tişrîbî paçe
minîş îmanim bewe metîne
’almî bekar da’îm emîne
wityan: mela hat, witî: be to çî
wityan: têpeřî! witî: be min çî
parey dewłemend le qase denwê
feqîr lêy edwê ta çeney eswê
wa dezanin ew ya em bête naw
îtir bo ême têr piře le çaw