hîç kes nazanê ke em dinyaye

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  1060 Dîtin
hîç kes nazanê ke em dinyaye
çend heme çîzey řeng řengî tyaye
yekê her le şwên pare ’ewdałe
le miskên buwe be zerdewałe
wek heng lem û lew hengiwîn egrê
ke pêyewe da keçî xoy emrê
kem paredarim dîwe têr bixiwa
boy dête berhem le piř xoy deřwa
parey mîratîş mîqrobî şeře
biray mîratxor dest be xencere
were binware de’way meḧkeme
zorî mîrate de’way tir keme
hendêkî tirîş kewa bêparen
hîç qedryan nîye legeł awaren
her bedaxewen dełên ax pare
dinya bo pare legełta yare
dewłemend parey be kes nedawe
em gişt ’alemey eřwa le dwawe
hêndê kewtûne deryay syaset
be qîneberî bûne syaset
qînyan leweye em dahyane
zadeyş nîn seryan le asmane
kirdewet baş bê çakî û beřêwcêy
ke xwa day hîç kes nałê kuřî kêy
hendê xwa bo şeř hênawnye dinya
wezendî xełkyan ewê be tenya
keře celad bû deyut deqçênim
be lîngefirtê neş’ey xom dênim