emsał emende hewr egirmênê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  760 Dîtin
emsał emende hewr egirmênê
tirîşqey diłman řadeçenênê
qînî bêdadî le hewramane
hewraman lûtî le asmane
be terze û lafaw lûtî nanewê
qezay em dîwî lew dîwî kewê
hewre tirîşqe ba kêw bismê
giştî asane her «san» necmê
ba dinya lêman nebêzrêtewe
xołman beserda nebêjrêtewe
marangez hemû şwênê depirsê
le xişey mar û mêrû detirsê
le teqe û řeqe diłim zor tenge
xuda nekero buwaçan cenge
xizmetî wiłat her be ’îlim ekirê
be çiray xwêndin pê derdekirê
bar ard berekî boye le paşî
her kesê be lay xoya dataşî
ewyan be małî ewîtir xiře
qapî meḧkeme boye wa piře
ta ḧewl û quwet leser řeca bê
małî bê małan nabê awa bê
hendê řecakar seyrî zor xoşe
pêy ełêy nêre, ełê bîdoşe
hêndêkîş be hîç terîq nabnewe
be dûy řêwî da eçne kunewe