wa germa dahat paqle peyda bû

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  913 Dîtin
wa germa dahat paqle peyda bû
sewdayî meşreb şêt û şeyda bû
caran řê řawî zełim le naw bû
êsta mîrî sûr řêgey awa bû
pendî pêşînan ekewte ber dił
êsta ke zor kes buwe be çiqił
herçî le xoya çiştê şik berê
hewłî eweye «jyan» bidřê
têgeyştinman emcar tewawe
ker le kwê û kunde le kwê diřawe
sim simî kere çing çingî yasê
lem kird û hewłe serim emasê
eger to pyawî lêkî derewe
kirdey bed le xot, xot dû xerewe
egîne demî xełk kîse nîye
eybînê û eyłê gunahî çîye
ew şî’re xoşe lay min zig têr ka
çiştî nayabî xwardinim fêr ka
ke «bamye»y taze û «temate» derçû
ba biłên: řostem mê bû ya nêr bû