řa meke le dway karî piřupûç

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  881 Dîtin
řa meke le dway karî piřupûç
heł nexlîskêy le piř lîngewqûç
ewî be çakey xoy xoşyan ewê
destigîrî zore eger bişkewê
ke be wezîfe dił biřencênê
diłî nasrewê eger bîşmênê
hîç payedarê payedar nîye
hîç sermestêkîş bê xumar nîye
byanût pê bigirin xot lade lewê
le serxoş geřê ew xoy dekewê
ke nengewîstît bû legeł bedkar
du’ay bo bike zû biçête ser kar
du’ay pîrêjin axir xêrîye
xoşguzeranî be zik têrîye
hendêkîş heye legeł têrî xward
dewrî birsîyetî nakewête yad
gewret ke kirdî biłê min yarim
«lekit» dî biłê min wirmizyarim
wirç ser pirdî girt bangî ke xałe
řenc le geł gurga mede betałe
le şêr metirse ew natşikênê
çeqeł xirape lêt řademênê