bware řeş û sipî derdexa
Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
1345 Dîtin
bware řeş û sipî derdexa
řêkewte nadan carcar serdexa
şans sipyawêke be ’areq deřwa
’eybî exlaqî napoşê kewa
eger be ’îlim û ’emeł pesend bî
lewe çaktire ke dewłemend bî
pare çiłkêke le berî desta
be mist quçandin le desta westa
pare bo xêwî zînet û feře
ax bo mîratxor mîqrobî şeře
’îlim bo qewmê řêga denwênê
’almîş nawî çakey demênê
dost çakey dostî lêk edatewe
dujmin legeł dost aşt ekatewe
ewe dost nîye be hîway post bê
neyewê dostî legeł kes dost bê
biłên: qełem zen kewtute ber zeyl
qełemçî boçî kewtûne waweyl
kirdiman qełemçî be tûtin dem tał
«wey min wey minî» çîyetî beqał
dyare le êmeş bû be kirdewe
le ’îsayan da musa burdewe
kes nałê qesab goştit be çende
cambaz bang eka were «xer» bende
yaxwa her bijî da’îrey eşẍał
be kirê karî demkut bûn kem ḧał