be ḧuştiryan gut ḧuştir kuřit bû

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  1072 Dîtin
be ḧuştiryan gut ḧuştir kuřit bû
witî le estoy min bar la neçû
be zeyldaryan gut çî bû em ketne
witî merg legeł awełan cejne
zîley zeyl kem bû bo diłelerze
le baran řam kird kewtime ber terze
daxî teşwêkem naxom ke deyben
bo ewe degrîm demesoy deken
tuxwa bizanin teşwêkey qeptan
dest kê dekewê? ełbet dest nezan
hendê me’aşî teqawîtîyan
zorîşe, lêyan bû be maxulan
hewłî wezîfe eden têr naxon
ta dîsanewe debne kewakon
zeystan le ser kase swênd exwa
ke çileyşî çû ’uzrî tir naşwa
xakî şarezûr peste û bê hewa
bazyan piře le hera û dawa
kasbîş çunku de’yey tya nîye
hîç me’mûrêkî pê řeza nîye
hey dad hey bêdad, dewłemenekan!
bo parey mîrîy kewtûne meydan
řêy xo çespandin edoznewe
cêy feqîrekan eqoznewe
be «mindîl» kilkî gwêreke egirin
řêy şyakekey le hejar debiřn