ełên: baxełit piř bê le pare
Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
1698 Dîtin
ełên: baxełit piř bê le pare
xizim û bêganet le dewre dyare
min ełêm dostê ke bo pare bê
ebê çawbirsî û geda çarebê
egîne dyare pyawî dewłemend
parey xoy be kes nada bê gobend
dost ew dosteye bo kirdewey çak
xoşewîstit bê be diłêkî pak
dostî çak çake û berçawtêrîye
bo emrî wîcdan gwêřadêrîye
baranî nîsan daney gewhere
feyzî bo bedbext her keway teře
îtir wa îşẍał kewtewe ser kar
xirîd û firoxt kewte naw bazar
yaxwa makîney řêwban newestê
řêy guzeranî hejar nebestê
zor çetûn dełên nan wa le xaka
be kirêkarî «çete» çit naka
emcare pekman kewt leber baran
heftey ayînde deçîne seyran