wa dełên: adar nařwa be bê do

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  695 Dîtin
wa dełên: adar nařwa be bê do
dway ew nîsanîş nařwa be bê co
baranî nîsan coy xiste dwawe
ba řeḧmetîş bê tamî nemawe
paşkewtinî co be kem mejmêre
xwardinî çwarpê û dûpêye lêre
dûpê be çwarpê ełê řûbeřû
nuxşe bê le toş nuxşeman derçû
baran sêpeřey geyande xaye
nanî çwarpêkan wa le řonaye
çwarpê le dûpêy bedxû çaktire
be «co» heł deka û diłî paktire
sitemger ke mird xak naygirête xo
be dił xwa şukir, be dem aẍa řo
wa şemendefer bû be hî xoman
ta wefd zor bê qazance boman
tuccar hemû çûn şêxyan le tekda
ełên: «hemçunîn biřo ta beẍda»
nawî wefdiman hênde la xoşe
her biłên: wefde, zor kes be coşe
egîne hemze le hebasî çî
çirçe qełayî le moryasî çî
zor le baranî nîsan řadeka
be dengî bomba xełk sema deka!