wa řemezan dê ebê be kwêxa

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  974 Dîtin
wa řemezan dê ebê be kwêxa
pekî keşkek û gîpekem exa
eger min biłêm: řemezan nîye
kê lêm depirsê cezakem çîye?
çunku gunahî lewe gewretir
emende zore be barî ḧuştir
baqił deçîne perdey î’tîkaf
cinoke deben bo pişt kêwî qaf
newełła řest û daw hênd girane
be qed řikatî terawîḧmane
tarîke şewe û eḧzab le nawe
«řemezan» be ceng, «sefer» bednawe
le efrîqada buwe be gerdeş
dunya şêwawe wek mûy quleřeş
caran cûleke xumî eşêwa
ekewte diro û quřî depêwa
êsta bê ewey ke xum bişêwê
diroy wa dekeyn be qeder kêwê
ełên: bo me’mûr menşûr dirawe
xatir û xotir bo kes nemawe
keçî pêkuře daşî dameye
nazanîn teqî û şeqî kameye